Nifş

Merheba ji wer canik û camêrno. Şikur hilbijartin qediya. Li ser encama hilbijartinê tiştên ku em bibêjin pir in. Lê jahr tê da be, ji me ra ne lazim. Ez ê bibêjim bila bi xêr be, lê bi kurt û kurmancî ji kê ra bi xêr be, ji me ra ne bi xêr e. Ya baş em vegerin kozika xwe heyra. Bi gotina Mêrdîniya; dawet ferikî, berbûk hetikî.

Belê, him bo ku hilbijartin hebû û him jî bo dawiya heftê bû xwişk û birayên min li gund civiyan. Rastî bo ku gund e û bo ku mala mezin mala bavo ye her ku dibe dawiya hefteyê xwişk û bira li gund dicivin. Îja zarokên wan jî hene. Ji xwe bo zarokên xwe tên gund. Ne berketî me ne ha. Di apartmanan de zarokên wan aciz dibin û ew jî berê xwe didin gund. Gund bo wan cîhê seyranê ye. Him hewş heyî û him gund bo zarokan ewle ye.

Gava tên jî giş bi ser hev du tên. Ku yek ji wan neyê dadidin telefonê dibêjin, ma ka çima hûn nayên. Zarokên me doza zarokên we dikin. Îja deh zarok û hûn ji xwer werin li temaşeyê. Temam werin ser çavan. Lê dor bi dor werin heyra. Di du rojan da em ji dara dixin. Wîr wîra wan li hêlekê, şer û pevçûnên wan li hêlekê. Tu nikarî ji wan ra tiştekî jî bibêjî. Te dî nifşên niha delalîne. Tu ji wan ra newêrî bibêjî hilê bilê, te dî ew xwe li te radikişînin. Divê bi yan wan bibe. Yê me tepik ji serê me kêm nedibûn lo. Xwedê wekal dev dîwara dikin. Hundirê malê li ar û avê dixin. De îja tu yî ku tu gotinekê ji wan ra bikî. Bê ya star. Tê merhela ku tu diçî ji wan lêborînê dixwazî. Di wan du rojan da tu dibêjî ya rebî tu sebrê bi me de û tu dibê hema bi xêr biçûyana. Gava diçin jî giş pev ra diçin. Ji ber dibistanê wan û kar û barên dê û bavên wan. Îja wê demê jî em aciz dibin. Deng û his ji hûndirê malê nayê. Îja em doza wan dikin. Zarok gula malê ne. Di hûndirê malê yek an du zarok hebin sebra merê jî bi wan tê. Lê ne bi xezeba deh zarokan lo.

Di nifşê nû de pirsgirêka herî mezin xwarin û vexwarin e. Dê û bavê zarokan bi gilî û gazin e. Tu devê kê vedikî dibê, zaroken me xwarinê naxwin. Em dikin nakin devê xwe nadin tişkî. Bûne çerm û hestî. Lê rastiyê wê ne ev e. Berovajî devê zarokan ji tehmtîk û ji çilekiya nakeve hev. Kîsikê çilekiyên wan wer li ber serê wan e. Çawa çavên xwe ji xew vedikin dest bi tehmtîka dikin. Ji hêla tehmtîka nifşê niha xenî bûne lo. Îja ev zarokana ka wê çava taştê û şîvê bixwin heyra. Bila wekî me tehmtîkê wan selçeya li ser nan an jî pelûla şilekî ba bê çawa wê têketina ser goşt û birincê.

Tu vê yekê ji dê û bavên wan re dibêy, dibên na ebeden ne ji ber tehmtîka ye. Min ev mesele li ser xwarziyê xwe ceriband. Bo nexweşxanê em ber bi Amedê bi rê ketin. Xwarzê jî go ez ê jî wer im. Te dî camêr tişkî jî naxwe. Başe em gihaştin Amedê. Diya min, xwişka min û xwarzê derbasî nexweşxanê bûn. Ez li derve li benda wan mam. Ji ber ku diya min ji simîtê Amedê hez dike min weke her car partek simît kirî û min xist e dawiya erebê. Qirdê xwarzê bû ew ro dora wan bi dereng ket. Gava ji nexweşxanê derketin diya min go; xwarziyê te ji nêza miriye. Ku te simît kirî be, yekê bide desta.

Min bi zanebûn go; na min ji bîr kir ku ez bikirim. De xem nake va em ê di deh deqeyan da xwe bighînin mala birayên min. Xwarina me niha amade ye. Heyra piştî ku em gihaştin mala birayên min we vî xwarzê bidîta. Kete ser wê şîvê, zik li xwe pîspîk. Hema bê nedicût û dadiqurtan. Her kes lê şaş ma. Jê ra gotin tu û goşt û birinc. Piştî xwarinê min simîtê diya xwe derxist û min got, a ji te ra simîtê te. Diya min go; wîî li min rebenê, te simît kirîbû û te neda xwarziyê xwe. Ev te çima wer zalimtî kir. Min go, dayê heyran li qisûrê min nenêrî lê hûn li van zarokan zalimtiyê dikin. Ger min simît bidayê wê ev şîv bixwara gelo?

Îja kîjan dê û bav gava dibên zarokên me nan naxwin ez vê meseleyê ji wan ra dibêjim. Lê ka yê li ber bikeve. Welhasil, nifşê nû bi her hawî zor in. Û wa ye dîsa bû dawiya hefteyê û wê giş berê xwe bidin gund û wê cenga me dîsa dest pê bike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir